Xelata Meta Darînê Daryo û Alain Badiou

Hamid Omerî 
Alain Badiou serê xwe bi dersirûştiya şadiya rastîn ve diêşîne û di encamê de behsê dibe ser risteyeke Arthur Rimbaud: “Jiyaneke bera tune”. Badiou, risteya Rimbaud li bin tespîta xwe dizeliqîne û beriya wê dibêje; dinya tenê bi şadbûnê dikane bê guhertinê. Gotinê li vê jî zêde dike lê ne niha, ezê pişt re qala wê zêdekirinê jî bikim.

Aniha ji vir ez dixwazim deriyê dinyaya çîrokekeke Hesenê Metê vekim. Pêşî ezê ji we re behsa meta Xanê bikim dû re behsê bibim ser meta Merwanê Îsê. Di Epîlogê de di Êşê de lehengê çîrokê Darînê Daryo ye. Xanê, meta wî ye. Gava birayê wî Sadûn li ser daxwaza eşîrê bi pey qanekirina wî ya nivîsandina kitêbeke qelew dikeve, gazin û daxwazên dê û bav û êşîrê jê re dibêje. Behsa şîrnehelalkirina dayikê jî dike. Herwiha behsa meta Xanê û daxwaza wê jî dike: “Ne ez… ne tenê ez, meta Xanê jî digot jê re bibêje em li bendî wî ne, digot bila tev pirtûkên xwe ew jî were û ji me re, ji xelkê re behs bike” dibêje Sadûn.

Nivîskar li vir bi xêra Darînê Daryo berê tîra îroniyê dide aliyekê din û ji mîrê xwe re behsa wê dike: “De îcar… ku ez ji te re çêlî vê meta xwe bikim, çîrok ê pir dirêj bibe, mîrê min. Lê ku ez ji mîrê xwe re bi kurtî bibêjim: ev meta min ji herdu çavan jî kwîr e.”

Vêga van îqtîbasên ji Êşê em bidin ber xwe û bi tînika jiyana bera, hebûna rastiyê û têr(ne)bûn a ji wê çêtirgirtinê bigirin ewê dinya çiqas biguhere? Hezkiroxên edebiyatê bi gazina Darînê Daryo ya li ber portreya Celadet Alî Bedirxan a ku bi dîwar ve daleqandî ye dizanin. Humour a xwe di vê çîrokê de bi xwendekar dide hisandin, têrî Darînê Daryo nake. Ew jî dizane nikare zikê vê qayişkêşanê têr bike loma serê wî di nava her du destên wî de, di ser çogên xwe de xwarbûyî; wisa ponijandî dimîne. Xwe li wê hewesê qerase bike jî gotin û tembûr wê hev negrin.

Meta wî ji çavan kor e û xwendina wê jî tune. Eger em bi serê tayê zexm û rengîn ê guloka Êşê bigirin û vekin wê hişkegirêkên daxwazên takekesî û civakî li ser pişta hev siwar bibin û deriyê maloka şadiyê nişan nedin.

Meta Merwanê Îsê jî ya ku weke dareke hêjîrê jiya ye serê xwe di çîrokeke din ya Hesenê Metê de bilind dike. Hesenê Metê di vê çîrokê de bi çavekî din, bi perspektîfeke nû li êşa nivîskar û nivîskariyê dinêre. Di Kitêba Salê de Merwanê Îsê xwe digihîne Komeleya Xê yê, dixwaze li ser navê xelata meta min bi çar hezar dolaran her sal kitêbekê xelat bike. Di dilê wî de ev heye; bi xêra vê xelatê ji bo kitêb û rûmeta nivîskarên kurmancî wê kubariyek pêde bibe. Meta wî ya ku naleta bi ser erd û xaka wê de bariyaye ji qederê mezintir û girantir dibîne, ji çavekî xwe kor e. Ez bawer im Xanê ya meta Darînê Daryo jî bişirî di vê hevokê de.

Hesenê Mete, Epîlog, Avesta, 2000.

Belê meta Xanê ji her du çavan meta Îsê ji çavekî xwe kor e. Lê her du met jî kor in. Korbûna Xanê weka hewes û îroniyekê ya Îsê weka serboriya zanîn û hîkmetekî xuya dibe. Lêbelê eger em ziman weka xizneya serboriyê jî bipejirînin emê bikaribin xwe ji vir bigihînin xwenûkirina edebiyatê. Loma Xanê da’wa nivîskariyê li lawê birakê xwe nekiribûna û ne li hêviya hatina wî û behskirina wî ya kitêban bûna wê Îsê jî Merwanê xwe bi pey nivîskar nexista. Di Êşê de  tengasiyeke xwerû ya nivîskarîyê hebû. Di Kitêba Salê de berfirehkirina wê xweziyê xwe di kozika xwe de telandiye û li ber dîwarê qewî ê Êşê perûya xwe dide wê dilnerehtiya edebî. 

Serkeftina berhemê bi xwebûna wê peyda dibe. Hizra Hesenê Metê di sînor û hûrgiliyên vegotina wî de veşartî ye. Pêdiviya wî bi sloganan û dersdayînê tune. Bi xwebûna xwe; bi zimanê xwe yê xweser, serê xwe bi êşa xwe û me diêşîne lê wê êşê di çavê xwendekarê xwe re nake. Nivîskar, xwendevan, perû, derdê xwendin û nivîsandinê û helbet kurdbûn û koçberî… Bi me dide zanîn ku ya li ber me sêwîrîneke nû ye. Kitêba Salê; Xelata Meta min, di temsîla dersirûştiyê de dîtina bextewarîyê ye. Hesenê Metê, di warê ziman û çîrokê de weka sîmyagerekî bi novelên xwe edebiyateke xas bexşî me dike.

Min qewlê xwe yê destpêkê ji bîr nekir. Alain Badiou gotinê lê zêde dike û dibêje; hûn dikarin biryara hebûna jiyana rastîn bidin. Vê jiyanê hilbijêrin û bedêla wê bidin. Haya Hesenê Metê ji tercih û netercîhkirinê heye û bi vegotina xwe sînorên edebiyatê firehtir dike û dibêje: “Çavekî meta min tunebû, lê giraniya evê rê û qederê min di kortala ewî çavê wê î kor de didît…sond dixwim ku qederê jî ew çav û sûretê wê bidîta ew ê bitirsiya û ew ê şerm bikira.”

Çavkanî:
Metê, Hesenê, Epîlog, Avesta, 2000.
Metê, Hesenê, Kitêba Salê, Avesta, 2020.
Badiou, Alain, Gerçek Mutluluğun Metafiziği, wer. Murat Erşen, Monokl, 2015.

#Xelata #Meta #Darînê #Daryo #Alain #Badiou

Bir yanıt yazın

Your email address will not be published.